Li Bakur rewşa awarte 90 roj din hat dirêjkirin

Li Bakur rewşa awarte 90 roj din hat dirêjkirin

13:27:44

 

Rojava News: Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ragihand ku dê Rewşa Awarte ji bo 3 mehên din were dirêjkirin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim berî çûna Qibrisê li Koçka Çankayayê bi nûnerên saziyên medyaya biyanî re civiya.

Binalî Yildirim got, Rewşa Awarte ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê hatibû ragihandin dê 3 mehên din were dirêjkirin.

Pişti hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê cara ewil di 20ê Tîrmehê de li tevahîya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bo sê mehan Rewşa Awarte hatibu ilan kirin. Bi vî awayî dibe cara çarem rewşa awarte tê dirêjkirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di çerçoveya Rewşa Awarte de gelek mafên mirovan hatin binpêkirin. Herwiha di vê çarçoveyê de qayûm bo piranî şaredariyên Bakurê Kurdistanê hatine tayînkirin.