Partiya Pêşverû kiryarên PYD şermezarkir

Partiya Pêşverû kiryarên PYD şermezarkir

9:46:40 PM

RojavaNews: Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê (Pêşverû) di daxuyaniyekê de ragihand, girûpekê ji rêxistina “Ciwanên Şoreşger” êrîşî baregeha wê li bajarokê Dirbêsiyê kirin û piştre jî bi kêran êrîşî 2 kesan kirin.

Polîtbîroya PDPKSê di daxuyaniyekê de ragihand, duh dema wê partiyê ahenga roja 8 Adarê lidar dixist, grûpekê ji Ciwanên Şoreşger êrîşî baregeha wan kirin.

PDPKSê da zanîn, wê grûpê êrîşî mala Dr. Xalid Deham kirin û bi kêran li wî û mêvanê wî Xalid Zêbur dan.

PDPKSê ev kiriyarên ne berpirsyar şermezar kir û ragihand, armanca wan êrîşan qedexekirina karê partiyan û çalakiyên wan e.

Herwiha PDPKSê amaje bi kiriyarên êrîşên li ser baregehên partiyan û şewitandina wan kir, ku ew ne ji rewiştên civaka Kurdî ne.