RojavaNews-Qamîşilo: Îro 3/2/2015 , Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriy li bajarê Qamişlo civiya, û 3 endamên xwe yê nû ji bo lêvegera Siyasî destnîşankir.
Serokê ENKS Tahir Sifûk di kongireyekî rojnamevanî de diyar kir ku ev biryar bi şîwekî rêkeftinî hate stendin , ne bi helbijartinê.
Sifûk diyar kir ku hersê nûnerên nû yên lêvegerê , Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ne .
Hêjayê gotinê ku ENKS biryara dûrxistina sê partiyan dabû, û ev endamên nû ketin şûna wan .
Bahoz Rojavayî
