ENKS: PYDê bûyerên Şingalê weke derfet dît

ENKS: PYDê bûyerên Şingalê weke derfet dît

02:16:42

 

Rojava News: ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, ku PYDê bûyer û aloziyên li Şingalê ji xwe re weke derfetek dît, daku hestê kîndariyê di nava Kurdan de belav bike û ofîsên wan bişewitîne.

Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de êrîşên alîgirên Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) li ser navendên xwe û partiyên endamên wê û herwiha girtina endamên xwe ji aliyê Asayişa Rojavayê Kurdistanê ve şermezar kir.

Sekretariya Giştî ya ENKSê ragihand, ku PYDê bûyerên Şingalê weke derfet ji xwe re dît, ji bo ku hestê kîndariyê di nava Kurdan de belav bike û alîgirên xwe dehf bide, daku navendên partiyên ENKSê bişewtînin û siloganên kirêt li ser dîwarên wan navendan binivisînin.

ENKSê da zanîn, ligel êrîşên alîgirên PYDê, Hêzên Asayişa yên ser bi wê partiyê ve jî dest bi operasyonên girtina endamên ENKSê û revandina wan kirin, û di encamê de bi dehan kes hatine girti.

Li gorî daxuyaniya ENKSê, alîgir û hêzên ser bi PYDê ve êrîşî navendên wan kirin û Ala Kurdistanê jî anîn xwarê.

Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, ku kesên ser bi PYDê ve 2 endamên Hevdîtina Niştîmaniya Demokrat li Dirbêsiyê bi kêran birîndar kirin.