12:28:10
Rojava News: ENKSê bi daxuyaniyekê ragihand ku PYDê bûyer û aloziyên li Şingalê ji xwe re bi kar anîn daku hestê kîndariyê di nava kurdan de belav bike bangî PYDê kir ku xwe ji şerê birakujiyê dûr bixe..
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) di daxuyaniya xwe de 'êrîşên alîgirên Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD)' li ser navendên xwe û partiyên endamên wê û herwiha girtina endamên xwe ji aliyê Asayişa Rojavayê Kurdistanê ve şermezar kirin.
Herwiha Sekretariya Giştî ya ENKSê diyar kir ku "PYDê bûyerên Şingalê ji xwe re bi kar anîne ji bo hestên kîndariyê di nava Kurdan de belav bike û alîgirên xwe bişîne bi ser navendên partiyên ENKSê de daku wan bişewtînin û sloganên tawanbarkirina îxanetê li ser dîwarên wan navendan binivisînin.
ENKSê ev 'kiryarên PYDê' wek "hovîtî" û "dûrî kurdayetiyê" bi nav kirin û wiha dewam kir: "ENKS van kiryarên hovane û dûrî ruhê kurdayetiyê şermezar dike û bangî PYDê dike ku dest ji wan û ji bêdengkirina gelê kurd berde ku bi dehan salan e êş û zulm dîtine û xwe dûrî şerê birayan di heman malê de bixîne."
Di dawiya daxuyaniyê de ENKSê destnîşan kir ku PYDê ji vê rewşê û encamên wê yên neyênî berpirsyar e û bangî hemÛ partî û hêzên Kurdistanî û herwiha hêzên navdewletî kir ku fişarê li ser PYDê bike.
Hêjayî gotinê ye ku Komek Ciwanên Şoreşger ên nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk êrîşî nivîsgeheke Partiya Yekîtî ya kurdî li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê kiribû û alavên di nivîsgehê de şkenandin. Herwiha li hinek bajar û bajarokên din jî êrîşên bi heman rengî pêk hatibûn.
