12:36:49
Rojava News: Serokê Nûnerîtiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Xalid Elî duh ragihand ku "PYDê di hefteyekê de 62 endam û alîgirên Encûmenê li Kurdistana Sûriyeyê desteser kirine."
Elî di civîneke çapemeniyê de ragihand "PYDê 62 endam û alîgirên ENKSê revandine û destnîşan kir ku "ew kesên revandî hatine birin bo deverên nediyar".
Herwiha diyar kir ku "çekdarên PYDê agir bi nivîsgehên partiyên girêdayî ENKSê xistiye û ew xera kirine. Herwiha nivîs li dijî sembolên kurdistanê li ser dîwarên wan nivîsîne."
Hêjayî gotinê ye ku Komek Ciwanên Şoreşger ên nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk êrîşî nivîsgeheke Partiya Yekîtî ya kurdî li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê kiribû û alavên di nivîsgehê de şkenandin. Herwiha li hinek bajar û bajarokên din jî êrîşên bi heman rengî pêk hatibûn.
