Barzanî pêşwazî li komek siyasetmedarên şîe û sunnî yên Iraqê kir

Barzanî pêşwazî li komek siyasetmedarên şîe û sunnî yên Iraqê kir

12:40:31

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke siyasetmedarên şîe û sunnî yên Iraqê kir.

Şandeka siyasetmedarên Iraqî, ku ji 20 siyasetmedarên şîe û sunnî pêk hatibû, li Hewlêrê bi Serok Barzanî re hevdîtin kir.

Li gorî agahiyên BasNewsê, di civînê de behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çawaniya çareserkirina wan hat kirin.

Şanda Iraqî piştî civîna Barzanî dê bi şandeka Serokatiya Herêma Kurdistanê re jî hevdîtin bike.

Hat gotin ku qesta şanda Iraqî ji hevdîtina bi Barzanî û rayedarên Iraqî re ew e ku hêz û aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê nêzîkî hev bike.