13:01:00
Rojava News: Bi Boneya rizgarkirina çend bajar û bajarokên Kurdistanê û bajarê Hewlêrê, nehemîn Festîvala Azadî û Newrozê îro li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê dest pê dike.
Piştî ku di 11ê Adara 1991ê de çend bajarokên Kurdistanê hatin rizgarkirin, xelkê Hewlêr piştgirî da pêşmergeyên Kurdistanê û li dijî rejîma Sedam serî hildan û bajarê xwe rizgar kir.
Piştî 26 salan ji wê demê, îro li paytexta Herêma Kurdistanê nehemîn Festîvala Azadî û Newrozê dest pê dike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rûpela xwe ya Facebookê wiha nivîsî:
Roja şemiyê (11ê Adarê) saet 11ê sibehê li parka bajarî li himberÎ çayxaneyê Meçkoyê çalakiya roja yekem a nehemîn Festîfala Azadî û Newrozê bi vekirina pêşangeha fotograf û wêneyên raperîn, şehîdên raperînê û surişta Kurdistanê dest pê dike."
Herwiha îro saet çarê ber êvarî li Parka Şaneder aheng û çalakiyên hunerî tên lidarixstin.
