Li Qamişlo peyamnêrê Yekîtî Mîdya ji aliyê Asayîşa PYD ve hate binçavkirin

Li Qamişlo peyamnêrê Yekîtî Mîdya ji aliyê Asayîşa PYD ve hate binçavkirin

13:28:59

 

Rojava News:  Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Rojava peyamnêrê malpera Yekîtî Mîdya binçav kir.

Li gor nûçeya ku, Yekîtî Mîdya li ser rûpela xwe belavkirî, peyamnêrê wê yê bi navê Bawer Merûf Mele Ehmed li cihê karê xwe li nava bazarê Qamişlo de yê Kurdistana Rojava ji aliyê Asayêşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) ve hate girtin.

Berî niha jî Asayêşa PYD wênegirê dezgeha Arta Fm Ciwan Şehab binçav kiribûn û ew bi ciheke ne diyar bibirûn, herwiha bi dehan endam û serkirdeyên  Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) girtibûn, herwiha berger û ofîsên wê rastî êrêşan bibûn û hatibûne şwetandin.