Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kuştina pîlotê Ordunî ji aliyê DAIŞê ve bi tundî şermezar kir û sersaxî ji Şah Ebdullah û gelê Ordunê re xwest.
Barzanî, li ser kuştina pîlotê Ordunî Meaz Kesasibe ji aliyê DAIŞê ve peyamek ji Şahê Ordunê Melik Ebdullah re şand û kuştina pîlot bi tundî şermezar kir.
Di peamê de got; “Bi navê xwe û gelê Kurdistanê ve serxweşiyê li cenabê we û gelê Ordunê û malbata şehîd dikim û ji bo we hêviya sebr û aramiyê dixwazim.”
di berdawamiya peyamê de ji aha got; “Meaz qehremanane şehîd bû, xwîna Şehîd Meaz û hemû şehîdên qehremanan li rêya bergirîkirina li bihayan û pêkvejiyan û asayişa xelk û şerê li dijî dujminên mirovatiyê canê xwe gorî kirine, vala naçe û terorîst dê berdêla hemû tawanên xwe bidin û encama wan jî ji navçûn û şikestin e.”
