Hûnermendê kurd Hozan Dilgeş jiyana xwe ji dest da!

Hûnermendê kurd Hozan Dilgeş jiyana xwe ji dest da!

14:01:13

 

Rojava News: Hat ragihandin ku dengbêjê kurd Hozan Dilgeş şevê din li Almanyayê koça dawî kir û jiyana xwe ji dest da.

Dengbêje kurd Hozan Dilgeşê ku ev demeke nexweşiya şekir pê re hebû û ji ber nexweşiyê her du lingên wî di ser çongan re hatibûn jêkirin li Almanyayê di nexweşxaneyê de dihat dermankirin. Li gorî agahiyan hunermendê kurd Hozan Dilgeş şevê din jiyana xwe ji dest da.

Wekî tê zanîn Hozan Dilgeş hunermendekî naskirî bû û bi stranên xwe ên şoreşgerî xizmeta gel û welatê xwe kiribû û cihekî wî yê taybet li cem gelê kurd hebû. Dilgeş ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bû. Ji salên 1970an ve wekî pênaber li Almanya dijiya.

Hozan Dilgeş di sala 1952yan de ji malbateke kurdên êzîdî li gundê Fisqînê yê navçeya Nisêbînê ji dayik bû. Di sala 1975an de bi awayekî profesyonelî dest bi xebata muzîkê kir û di sala 1978an de yekem albuma xwe ya bi navê "Ma qey bindestî para me ye" derxist.

Dilgeş di 15ê Rebendan 1979an de ji welêt derketibû û çûbû Almanyayê.

Hozan Dilgeş di jiyana xwe de 8 albumên mûzîkê derxistin.