PYDê li Efrînê 80 çekdarên dijbereya Sûriyê serbest berda!

PYDê li Efrînê 80 çekdarên dijbereya Sûriyê serbest berda!

Rojava News: 80 çekdar û endamên dijbereya Sûriyê ji aliyê PYDê ve hat berdan.

Berpirsekî dijbereya Sûriyê li parêzgeha Idlibê bi navê Redwan El-Etriş ji ragihandiye ku duh 80 çekdar û endamên wan, ku ji aliyê hêzên PYDê ve hatibûn girtin, li bajarê Efrînê hatin berdan.

Wî berpirsê dijbereya Sûriyê daye zanîn ku di nav wan kesên hatine berdan de, hinek çekdar hebûn ku tevlî operasyona Tirkiyê ya “Mertala Firat” bibûn.

Li gor El-Etriş, ew destpêşxerî di navbera desteya wan û PYDê de bi navbênkariya Ceyş El-Swar, ku ser bi Hêzên Sûriyeya Demokrat ve ye, hatiye kirin.

Herweha wî berpirsî raghandiye, hinek girtiyên wan yên din jî di zîndanên PYDê de mane û ew hewla serbestberdan wan jî didin.

Di 20 Çileya îsal de jî li Efrînê 74 çekdarên opozîsyona Sûriyê ji aliyê PYDê ve hatibûn berdan.

PYDê çekdarên dijbereya Sûriyê, yên ku êrişî Kurdistanê dikin û şervanên wan şehîd dikin, berdide lê siyasetmedarên kurd yên Rojava, ku sûcê wan tenê ew e ku ne endamên PYDê ne, bernade!