Asayîşa PYD ji ber cilûbergên pêşmerge zarokeke 8 salî girtin

Asayîşa PYD ji ber cilûbergên pêşmerge zarokeke 8 salî girtin

23:05:27

 

Rojava News:  Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li bajarê Dêrikê yê Kurdistana Rojava zarokeke temen 8 salî, bi sedema wergirtina wê cilên pêşmerge girtin.

Li gor nuçeya Bas newsê li bajarê Dêrika Hemko yê Kurdistana Rojava di dema merasîma salvegera şehîdên serhildana 12ê Adarê ya 2004an zarokeke 8 salî bi navê Dîlan Hecî Ehmed ji ber wergirtina wê ji cilûbergên pêşmerge re girtin.

Li hemû bajar û bajarokên Kurdistana Rojava îro, 13emîn salvegera serhildana Qamişlo hate bibîrkirin û welatî 5 xulekên bê deng li ser giyanê şehîdên serhildanê rawestan, lê Asayîşa PYD rê neda ti kesî serdana mezarên şehîdan bike ji bilî alîgirên wê, ev yeke jî cihê dilgiraniya welatiyan bû.