Barzanî li herêmê rewşa serxwebunê nêrxand!

Barzanî li herêmê rewşa serxwebunê nêrxand!

23:10:17

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û siyasetmedar û kesatiyê Kurd ê Başûrê Kurdistanê di hevdtîtinekê de, rewş û pêşhatên dawî yên li Kurdistan û deverê û herwiha mijara serxwebûna Kurdistanê nirxandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro yekşemî 12.03.2017 li bajarokê Selahedîn pêşwaziya kesayetî û siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Ebdulqadir kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ku li ser malpera fermiya wê hatiye belavkirin, di vê hevdîtinê de Mesûd Barzanî û Fereydûn Ebdulqadir derbarê mijarên giring ên deverê û pêşhatên herî dawî yên siyasî yên li ser asta herêmî û nawdewletî de gotûbêj kirin û nêrîn pev guhertin.

Her di vê hevdîtinê de, Barzanî û Ebdulqadir behsa çawaniya karkirina li ser mijara  serxwebûna Kurdistanê û eger û pêşhatên têkildar bi vê mijarê jî kirin.