23:35:36
Rojava News: Endamekî Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) ya Rojavayê Kurdistanê îro li bajarê Qamişloyê hat girtin.
Tevgera Ciwanên Kurd di daxuyaniyekê de ragihand, ku endamê wan ê bi navê Salar Seyid li bajarê Qamişloyê hatiye girtin.
TCKê diyar kir, ku Salar Seyid duh roja şemiyê 11ê Adara 2017ê li ser rêya Hîzamê ya bajarê Qamişloyê û ji aliyê Asayişa Rêveberiya Xweser ve hatiye girtin.
Li gorî TCKê, heta niha ti zanyarî derbarî çarenivîsa Salar Seyid de nayê zanîn û ew nizanin, ku ew endamê wan niha li kuderê ye.
Aliyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser derbarê mijarê de ti daxuyanî nedane.
Salar Seyid endamê TCKê ye, zewicî ye û bavê 3 zarokan e.
