12:39:36
Rojava News: Hêzeke taybet a dijî çekên kîmyayî ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêktê û sê mehan beşdarî perwerdeya dijî çekên kîmyayî bûne.
Bo alîkariya kesên ber çekên kîmyayî dikevin, 80 Pêşmerge li hemû navçeyên cuda yên Kurdistanê perwerde li ser çawa tevdîr girtinê û li hember çekên kîmyayî çi pêwîste bê kirin û xwe parastinê hatine perwerde kirin.
Ew 80 Pêşmerge ji aliyê kesên xwedî taybetmendiyên pisporên leşkerî ve hatine perwerde kirin û bawernameya dewreya perwerdê vergirtine.
