Barzanî û McGurk li Hewlerê dicivin!

Barzanî û McGurk li Hewlerê dicivin!

12:42:46

 

Rojava News: Serokê herêma Kurdistanê dê li gel nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina terorîst DAIŞê re bicive.

Biryare îro 13.03.2017ê nûnerê taybet ê Donald Trump, Brett McGork serdana bajarê Hewlêrê bike.

Brett McGork di serdana xwe de wê li gel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive û gotûbêja pêşhateyên dawiyê û pêşketinên şerê dijî DAIŞê û paşeroja bajarê Mûsilê ya piştî DAIŞê gotûbêj bikin.

Berî naha Brett McGork li paytexta Iraqê Bexdayê ragehand, ku hêzên Iraqê rêyên derketinê li çekdarên DAIŞê girtiye û çarenivîsa wan çekdaran tenê mirin e.