Barzanî: Çawan ku Pêşmerge ji Kobanî derket divê PKK ji Şingalê derkeve

Barzanî: Çawan ku Pêşmerge ji Kobanî derket divê PKK ji Şingalê derkeve

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji PKKê kir, ku li Şingalê bi awayekê aqilane tevbigere û tekez kir, çawan ku Pêşmerge bi hawara Kobanî çû û piştî timamkirina erka xwe vegeriya, divê PKK jî heman tiştî bike û ji Şingalê derkeve.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro duşemî 13ê Adara 2017ê ji bo lidûvçûna karûbarên kargêrî û rêveberiyê û herwiha arîşeyên li parêzgehê, serdana Duhokê kir.

Li gorî daxuyaniya Hikumeta Herêma Kurdistanê ku li ser malpera fermî ya wê hatiye belavkirin, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di wê serdana xwe de, li ser rewşa Şingalê û hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li wê deverê û karesata Şingalê û alîkariya kurdên Rojavayê Kurdistanê di dema wê karesatê de kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, “ew spasiya kurdên Rojavayê Kurdistanê dikin ku di dema karesata Şingalê de hevkariya xwîşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî kirin û alîkarî dan wan”.

Barzanî herwiha tevî spasiyên ji bo alîkariyên PKKê, derbarê hebûna hêzên çekdarî yên PKKê li deverên de jî got: “Çawan ku di dema rizgarkirina Kobanî de, Pêşmegre bi hawara Kobanî çûn û piştî timambûna erka xwe vegeriyan Herêma Kurdistanê, em li benda heman tiştî li PKKê ne, ku bi heman şêweyeî reftar bike û deverê biterikîne, daku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî bikarin proseya avedankirinê û vegerandina jiyanê bo Şingalê û derdora wê dest pê bikin”.

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, “Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz kir, ku PKK di vê bareyê de bi aqilane tevbigere û tekez kir, bi ti şêweyekê man û xweferzkirina bi zorê nayê qebûlkirine, çimku rewşê aloztir dike”.

Amerîka naxwaze ji bilî hêzên Kurdistanê û Iraqê ti hêzek din li Şingalê hebe

 Ji aliyekê din ve îro duşemî Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hvepeymaniya Li Dijî DAIŞê de, Brett McGurk îro serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û pê re civiya.

 Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Brett McGurk û Mesûd Barzanî di vê hevdîtinê de behsa rewşa Şingalê kirine.

 Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di hevdîtinê de Brett McGurk ragihand, ku Amerîka naxwaze ji bilî hêzên fermî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê ti hêzeke din li vê deverê hebe”.