Brett McGork: Li gel Barzanî bi bandorbûna Pêşmerge me bilind nirxand!

Brett McGork: Li gel Barzanî bi bandorbûna Pêşmerge me bilind nirxand!

20:12:19

 

Rojava News: Îro 13.03.2017ê nûnerê serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DAIŞê de, amaje bi vê yekê kir ku civîna di navbera wî û serokê herêma Kurdistanê de pêdaçûn li ser operasyona Mûsilê kirine.

Nûnerê serokê Amerîkayê Donald Trump ê di hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê Brett McGork di tora xwe ya civakî twetterê de ragehand: ‘’Di civîna îro li gel serok Barzanî li Hewlêrê de, me pêdaçûn li ser operasyona Mûsilê kir û bi bandorbûna Pêşmerge jî me bilind nirxand.’’

McGork nivîsandiye: ‘’Di vê civînê de bo wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane me sersaxî û serxweşî da.’’