Rêveberiya xweser ya PYDê gefa girtinê li partiyên siyasî da!

Rêveberiya xweser ya PYDê gefa girtinê li partiyên siyasî da!

21:08:11

 

Rojava News. Desteya hindirîn ya girêdayî rêveberiya xweser Partiyên siyasî yên Kurdî li rojavayê kurdistanê agehadar kirin  ku, eger di heyama 24 demjimêran de muhletan bi dest nexin,wê nivîsgehên wan bên girtin û wê kesên  berpirs bên dadkirin

Îro roja Dûşemê desteya hindirîn ya li bajar Amûdê di kombûneke rojnamevanî gefa girtinê li nivîsgehên siyasî kir,û diyar kir ku, eger di heyama 24 demjimêran de muhletê neyînine wê bên girtin,herweha wê ksên berpirs jî bên biçavkirin û siza bibin.

Li gor daxuyaneyê  divê ew partiyên siyasî yên bê mûhlet nivîsgeh li bajarên Kurdistana Rojava vekirine serdana  komîteya karûbarên partiyên siyasî bikin da ku, bi fermî muhletê werbigrin.