11:42:00
Rojava News: Rêveberek kurd ê rojavayê Kurdistanê, daxwaza PYDê ya valakirina binkeyên partiyên siyasî red dike û ragehand ew wê daxwaza PYDê pêknaynin.
Li gor daxyaniya endamê rêveberiya PDK-Sê Seîd Omer ew naxwazin girêdayî biryara PYDê tevnagerin, û tê payinkirin ku û li binkeya serekî ya PDK-Sê çalakiyeke mezin dê pêkbê!.
Herwaha gotiye: ‘’Bi ti awayekê em girêdayî biryarên PYDê nabin û deriyê partiyên me eger bi zora çek daxin.’’ Herwaha got, biryara PYDê bi fermana rêveberiya PKKê hatiye derxistin.
Hêzên ewlehiyê yên PYDê li sînorê Qamişlo duh 24 demjimêr dem diyar kiribû bo daxistina hemû binkeyên wan partiyên siyasî ku binkeyên xwe vala bikin û moleta wan tineye.
