Colemêrg: ji bo 24 herêma ewlehiya taybet hat ragehandin!

Colemêrg: ji bo 24 herêma ewlehiya taybet hat ragehandin!

12:34:50

 

Rojava News:  24 herêmên Colemergê wek herêmên ewlehiya taybet hatin û ragehandin û di vê derbarê de, Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyekê got, qedexeya li wan deveran heta 28ê Adarê demjimêr 24ê dê bidome.

Li gorî daxuyaniya parêzgariya Colemêrgê 24 herêmên girêdayî navenda Colemêrgê, navçeya Çelê, Gever û Şemzînanê wek "Herêma Ewlehiya Taybet" hatine ragehandin. Qedexeya li van herêman dê heta 28ê Adarê saet 24ê şevê bidomin. Navên herêmên hatine qedexekirin qadek berfireh bi xaçerêyan li ser malpera parêzgeriya Colemergê hatin weşandin