13:04:22
Rojava News: Kolberekî kurd yê Kurdistana Rojhilat, ji ber giraniya bar, dilê wî sekinî û jiyana xwe ji dest da.
Gelek caran kolberên kurd, ew mirovên ji ber belengaziyê neçar dimînin bi piştan barberiyê bikin, ji aliyê hêzên dewletên dagîrker ve tên kuştin lê vê carê kolberek di encama bûyereka gelekî xembar de can da.
Duh li ser sînorê Rojhilat û Başûr li devera Hacî Omeran, kolberekî Rojhilatî can da.
Li gorî agahiyên BasNewsê, ew kolberê kurd, ji ber ku barekî gelekî giran dabû pişta xwe, dilê wî sekiniye û jiyana xwe ji dest daye.
Hat gotin ku ew kolberê miriye xelkê gundekî bajarê Pîranşarê yê Kurdistana Rojhilat bûye.
