PYDê hemû ofîsên ENKSê daxistin!

PYDê hemû ofîsên ENKSê daxistin!

11:19:03

 

Rojava News: Hemû ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li bajarên Dêrikê, Amûdê û  Serê Kaniyê bi qûfla sor ji aliyê Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) hatin kilîtkirin.

Derbarî vê yekê Serkirdeyê Partiya Demokratîk ya Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) Seîd Umer ji BasNewsê ragehand ku, Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) bi qûfla sor hemû ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li bajarên Dêrikê, Amûdê û Serê Kaniyê girtin.

Serkirdeyê PDK-S da zanîn ku, piştî girtina wan ofîsan Asayîşa PYD çekdarên xwe jî li ber dergehên wan bicih kir.

Herwiha Serkirdeyê Partiya Demokratîk ya Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) Seîd Umer got jî ku, Asayîşa PKK hilmeta xwe Ii dijî baregeên PDK-D û ENKS berfireh kiriye û biryare hemû baregeh werin girtin, aşkere kir ku, li Dêrikê qûflên sor danîne ser dergên ofîsê.