11:24:44
Rojava News: Avahiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li bajarokê Girkê Lekê yê Kurdistana Rojava hat teqandin.
Girtin û şewitandina ofîs û avahiyên ENKSê û partiyên endamên wê ji aliyê hêzên PYDê ve didome.
Berpirsê ENKSê li bajarokê Girkê Lekê li herêma Cizîrê ya Kurdistana Rojava, Îsmaîl Hemûd ji BasNewsê re got, îro danê sibê avahiya me li Girkê Lekê hat teqandin û hejmarek mezin ji hêzên PKKê avêtin ser avahiyê û deriyê wê kilît kirin.
Îsmaîl Hemûd her wiha got, tevahiya ofîsên ENKSê û partiyên endamên wê hatine girtin û xebat û çalakiyên siyasî bo wan hatine qedexekirin.
