Serokê ENKSê: Êdî em nikarin tahammulê êrîşê PYDê bikin!

Serokê ENKSê: Êdî em nikarin tahammulê êrîşê PYDê bikin!

11:33:54

 

Rojava News: Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro dibêje, em zêde nikarin xwe li hember êrişên PYDê rabigirin ji ber wê jî divê pêşmergeyên Rojava derbasî Kurdistana Rojava bibin.

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro li ser êrişên PYD/PKKê li dijî ENKSê û partiyên endamên wê ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, di rojekî de 5 avahî û ofîsên me girtin. Bi qasî ku haya me jê heye, dê tevahiya avahî û ofîsên me bigirin.

Îbrahîm Biro her wiha gotiye, em zêde nikarin xwe rabigirin divê pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin çimkî eger wisa nebe PYD dê tevahiya kurdan ji Rojava derxîne.

Serokê ENKSê daye zanîn ku hêzên PYDê dikevin malên pêşmergeyên Rojava û malbatên wan tehdîd dikin û ji wan re dibêjin, eger hûn kur û keçên xwe ji nav pêşmergeyan dernexînin dê rastî lêpirsîn û girtinê bên.