Rojava News: Ji ber teqîna mayînekî li herêma Çezabeya eyaleta Xûzistana Îranê hemwelatiyek kurd ê ji Kirmanşanê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ji rojhilatê Kurdistanê roja Yekşemê, hemwelatiyek kurd ê ji bajarê Kirmanşanê yê bi navê Feramerz Esedîfer ji ber ku pêlê mayîneke ku ji dema şerê Îran û Iraqê bicih maye, jiyana xwe ji dest da û hemwelatiyeke din jî bi navê Mîr Şikar ê 20 salî jî bi giranî birîndar bûye.
Tê gotin ev herdu hemwelatiyên Kirmanşanî dema ku pezên xwe diçêrandin li pişt qereqola Duyerc a bajarê Xûzistana Îranê mayîn bi wan de teqiyaye. Di encama teqînê de Feramerz Esedî ji ber birîna xedar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide. Ev herdu hemwelatî ji Eşîra Zengene ya Kirmanşanê bûne.
Her wuha roja Pêncşema bihorî jî ji ber teqîna mayînekî li derdora qereqolek kevin a Sipahê Pasdaran du hemwelatiyên kurd ên bi navê Iqbal Şerîfî ê 40 salî û Îbrahîm Tam ê 25 salî yên ji gundê Baxa ê ser bi Serşîva Merîwanê bi giranî birîndar bûne.
Ev herdu hemwelatî dema ku ji xwe re giha kom dikirin, mayîn bi wan ve diteqe.
Hêjayî gotinê ye ku salê bi dehan hemwelatiyên kurd ji ber mayînan û hwd. ên ku ji dema şer maye, dibin qurbanî.
Li gor bîlançoya Kitabçeya ‘Mayîn, qatilê bêdeng ê خraniyane’ ku ji aliyê komek ji çalakvanên mafê mirovan ve hatiye belavkirin, di nava 20 salan de li gelek barên Kurdistanê wek Eyaleta Urmiye, Îlam, Kiramnşan, Kurdistan û li bajarê Xûzistana Îranê ji ber teqemeniyên ku neteqiyane, 2433 xelkên medenî jiyana xwe ji dest dane. Her wuha tê gotin ku 5601 kes jî birîndar bûne.
