22:11:11
Rojava News: Ofîsa siyasî ya PDK derbarê reftarên PKK li Kurdistana Rojava daxuyaniyek belav kir
îro, Çarşemê ofîsa PDK daxuyaniyek derbarê reftarên partiya Karkerên Kurdistan li Kurdistana Rojava daxuyaniyel belav kir, tê de ragehand ku, PKK li Kurdistana Rojava li ser navê PYD rê li ber xebata neteweyî û niştimanî ya gelê Kurd digre bi dîktayorî riftarê dike.
Ev jî deqa daxuyaniyê ye:
Em bi dilgiraniyeke mezin nûçeya aloziyên çêkirî yên leqê PKKê yê li Kurdistana Rojava dibihîsin, ku bi dîktatorî reftarê dike û bi dare zordarê û hêza çek û teqandin xwe sepandiye û hemû partî û rêxistinên siyasî xistine bin terora fikrî û siyasî û serkirdatî û endam û alîgirên wan dike derê û zîndanên xwe tije kirine ji xebata Kurdan û hemû çalakiyên siyasî qedexe kiriye û bêyî ti hincetekê êrişî ser baregehên wan dike û wan talan dike û dişewitîne. Em weke Partiya Demokrata Kurdistanê bi dilgiraniyeke zêde, em wan cure reftaran bi tundî şermezar û mehkûm dikin”.
PKK li Rojava di bin navê PYDê de bilindkirina Alaya Kurdistanê û endamên partiyên ENKSê û her partiyeke din a ji bilî PKKê bi tawan dide zanîn û bi hizir û reftar li dijî hemû nirx û dirûşmeke Kurdistanî û serxwebûnxwaziyê ye û destê xwe tevli hemû wan projeyên herêmî kiriye, ku rê ji ji serkevtina xebata netewî û niştimaniya Kurdan digirin û heta bûye hêzek ku li gorî xwestekên wan pîlanan tevdigere.
Ew reftarên PKKê ku bi navê PYDê ve dike, ji bilî qorixkirina qada siyasî û hemû şêwazên çalakiyên sivîl û demokratîk, herwiha dijatiyeke rûvekirî (aşkere) ya li hember xebata bi salan a gelê xweragirê Kurd li Rojava ji bo mafên xwe yên rewa ye. Hevdem ku PKK lihevkirinên jêr bi jêr (veşartî) ên îstîxbaratî bi rejîmên herêmî re dike û xwe dike beşek ji pîlanên herêmî yên encam nediyar, qurbanîdana Kurdan û xwîna hemû wan xortên egîd bi heder dide ku di şerê li dijî terorîstan de û ji bo rizgarkirina xaka Kurdan de cane xwe bexşîn.
Ofîsa siyasî
Partî Dîmokratî Kurdistan
15-3-2017
