ENKS ji bo xwpêşandana bangî alîgirên xwe kir!

ENKS ji bo xwpêşandana bangî alîgirên xwe kir!

22:16:29

 

Rojava News: Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li Ewropayê daxwaz ji hemû alîgirên xwe li Ewropayê kirin ku, li dijî kiryarên PKK û PYD li Kurdistana Rojava derkevin û tevlî xwepêşandana roja Yekşema bê bikin.

Îro, Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li Ewropayê daxuyaniyek belav kirin, ku, kopiyeke wê giheştê BASNewsê jî, tê de amaje bi kiryarên PYD li hemû bajarên Kurdistana Rojava ji girtin serkirdeyên ENKS û şewtandina ofîsan kir, herwiha daxwaz ji hemû alîgirên xwe li Eropayê kirin ku, roja Yeşema bê derkevin xwepêşandanan.

Di daxuyaniya Nûneratiya ENKS de jî hat ku, kiryar û siyaseta PYD herwiha rênedana wê ji Hêzên Pêşmergeyên Rojava re siyaste û ecindeyên Şamê Tehranê cîbecîdikin.

Duh, Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) ofîsên ENKS li bajarên Kurdistana Rojava bi qûfla sor girtin û piştî wê jî bi bombeyên vedeng teqandin.Di ehman demê berpirsên ENKS li bajarê Dêrikê binçav kirin.