12:30:56
Rojava News: Li seranserî Kurdistana Başûr, bi helkefta 29emîn salvegera kîmyabarana Helebcê, welatî 5 xulekan bo hurmet û bibîranîna şehîdan rawestiyan.
Îro 29emîn kîmyabarana Helebcê ye. Wek her sal, îsal jî saet 11:00 li seranserî Kurdistana Başûr, karmendên hikûmetê û welatiyên din 5 xulekan bo hurmet û bibîranîna şehîdan rawestiyan.
Rawestan bo Helebê, biryara fermî ya Parlamentoya Kurdistanê ye, ji ber wê jî her sal roja 16 Adarê tevahiya dezgehên fermî û sivîl yên Kurdistanê 5 xulekan bo Helebcê radiwestin.
Di encama kîmyabarana Helebcê de, zêdetirî 5 hezar mirovên bê guneh şehîd bûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
