Rojava News: Çavkaniyeke ewlekarî li parêzgeha Kerkûkê aşkere kir ku, Hêzên Pêşmerge û firokeyên şer ên hevpeymanan pêgehên DAIŞ`ê li başûrê parêzgehê topbarankirin û di encamê de nêzîkî 130 çekdarî hatine kuştin.
Wê çavkaniyê nexwest ku navê wê aşkere bibe ji Basnewsê re got: “Duh êvarî Hêzên Pêşmerge bi piştgiriya firokeyên hevpeymanan, pêgehên çekdarên DAIŞ`ê li navçeyên Mela Ebdula û nahiya Reşad yên li rojavayê parêzgeha Kerkûkê topbarankirin ku, xwe ji bo êrîşeke berfireh li ser Kerkûkê amade dikirin û di encam de nêzîkî 130 çekdarên DAIŞ`ê hatin kuştin.”
Ji aliyê xwe ve, çavkaniyên ewlekarî û yên hozan ew nûçe piştraskirine ku, DAIŞ`ê bi sedan çekdarên xwe ji parêzgehên Selahedîn û Neynewayê anîne wê navçeyê û xwe ji bo êrîşeke berfireh bi navê Şerê Tolhildan ji Hêzên Pêşmerge amadekiribûn.
Di roja Îna borî de 30.01. 2015`an , çekdrên DAIŞ`ê ji 3 eniyên rojavayê Kerkûkê ji Tel Elwerdi, Mekteb Xalid û Meriyem Beg ve êrîşe ser parêzgeha Kerkûkê kiribûn, lê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi alîkariya firokeyên hevpeymanan ew êrîş pûçkirin û zirareke mezin jî bi çekdarên wê rêxisitinê kirin.
Ji meha Hezîrana sala 2014`an ve, navçeyên başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê ku, ji qezaya Hewîce û nahiyên el-Zab, el-Ebasî-el-Riyad û el-Reşad pêktên, di bin kotirola çekdarên DAIŞ`ê dene.
