21:01:42
Rojava news: Encumena Leşkerî ya Minbicê, ku beşek ji Hêzên Sûriya Demokrat û YPGê ye, komek girtiyên DAIŞê berdan.
Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Encûmana Leşkerî ya Minbicê 22 girtiyên DAIŞê bi boneya cejna Newrozê berdan û radestî malbatên wan kirin.
Hat gotin ku ew girtî karmend û leşkerên DAIŞê bûne û di Dadgeha Leşkerî re derbas bûne.
Di dirêjiya sê salên ku DAIŞê Minbic kontrol kiribû de gelek ciwan û welatî li bajêr tevlî DAIŞê bûn. Piştî Minbic di 15 Tebaxa 2016an de ji aliyê Encûmana Leşkerî ya Minbicê ve hate rizgarkirin, gelek kesên ku tevlî DAIŞê bûbûn hatin girtin.
