Rojava News: Wezîrê Derve yê Brîtanyayê peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re rêkir, tê de bi helkefta cejna Newrozê pîrozbahiya Barzanî û gelê Newrozê.
Di peyamekê de ku, kopiyeke wê gihiştiye BasNewsê, tê de Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson rêz û silav û pîrozbahiyên xwe bo Serokê Herêma Kurdistanê û xelkê Başurê Kurdistanê re dişîne.
Boris Johnson rol û qehremaniya Hêzên Pêşmerge li şerê dijî DAIŞê û hewandin û pêşwaziya milyonan penaberên Iraqê ji aliyê gelê Kurd ve bilind nirxand.
Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson daxwaz kirk u, di sala were de pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel Brîtanya dê bihêztirbibin, herwiha behsa serdana xwe ya berî bo Hewlêrê kir û got: “Hêvîdar im careke din serdana Kurdistanê bikim.”
Johnson nameya xwe bo Serok Barzanî, bi helbesta Pîremerd bidawî kir û nivîsiye : “Îroj sala nû ye, Newroz hatiye”
Ev jî deqa nameyê ye:
“Birêz Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
Silavên min bo xwe, malbat û tevahiya gelê Kurdistana Iraqê qebûl bike.
Gelê Kurdistanê di sala borî de qehremaniyeke mezin di şerê li dijî DAIŞê de nîşan da. Gelê Kurdistanê pêşwaziya hejmareke mezin koçberên navxwe kiriye.
Hêvîdar im di sala bê de pêwendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistana Iraqê de kûrtir bikin. Gelek bîranînên min yên cie=wan di serdana min ya berê bo Hewlêrê di sala 2005an de hene. Hêvîdar im careke din vegerim serdana Hewlêrê bikim.
Bi hêviya Newrozeke dilrevîn û pir aştî û saleke serkeftî ji we re dixwazim. Îro sala nû ya Newrozê hatiye.”
Wezîrê Derve yê Şaneşîna Yekgirtî
Boris Johnson
