Rojava News: Li Rojavayê Kurdistanê goştî pir biha bûye ji ber wê jî gellek malbat nikarin goşt bixwin.
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li aliyekî jarî û belengazî heye li aliyê din jî bihatî heye.
Yek ji pêxwarinên ku biha bûye, goşt e.
Xelkê bajêr dibêjin, ji ber ku bazirgan pez û dewaran derdixin derveyî Rojavayê Kurdistanê nirxa goşt biha bûye…
Li gorî welatiyan, nirxa her kîloyek goşt beriya şerê Sûriyê 400 lîreyên sûrî bû lê niha 4-5 caran zêde bûye…
