17:45:28
Rojava News: Berpirsê Peywendiyên Karên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mistefa di derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê diyar kir ku nabe Enqere û Tehranê li ser vê meseleyê xwedî gotin be. Ev meseleyeke di navbera Hewlêr û Bexda de ye.
Berpirsê Peywendiyên Karên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê di Konferansa Ewlehî ya Rojhilata Navîn de axivî û da zanîn ku nabe Enqere û Tehran li ser meseleya serxwebûna Herêma Kurdistanê xwedî gotin be.
Mistefa anî ziman ku têkiliya Enqere û Tehranê bi serxwebûna Herêma Kurdistanê tune ye û dest nîşan kir ku ev pirsek eli gel Bexda ye û yekalî ye.
Felah Mistefa her wiha derbirî ku ji bo çareserkirina kêşeya kurd Iraq tu caran nebû mekanîzmayekê û got, "Me her tim doza serxwebûnê kir û kurd li Iraqê hatin sizakirin."
Rayedarê Kurdistanê anî ziman ku Bexda hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê nake û Iraq bi awayekî pêwîst ji serçavkaniyan sûd wernegirt.
