Wezîrê Derve yê Brîtanya ji Barzanî re name şand

Wezîrê Derve yê Brîtanya ji Barzanî re name şand

12:15:19 AM

RojavaNews: Wezîrê Derve yê Brîtanyayê peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şand û tê de bi boneya cejna Newrozê pîrozbahî li Barzanî û gelê Kurd kir.

Di peyamekê de, Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson rêz û silav û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê û xelkê Başurê Kurdistanê kiriye.

Boris Johnson di vê peyama xwe de, rol û qehremaniya Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de û hewandin û pêşwazîkirina li bi milyonan penaberên Iraqê ji aliyê gelê Kurd ve bilind dinirxîne.

Li ser vê yekê Johnson dibêje: “Gelê Kurdistanê di sala borî de qehremaniyeke mezin di şerê li dijî DAIŞê de nîşan da û pêşwaziya hejmareke mezin a koçberên navxweyî kiriye.”

Johnson herwiha hêvî kir, ku di sala dahatî de pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Brîtanya re dê bihêztir bibin, herwiha behsa serdana xwe ya pêştir a bo Hewlêrê kir û got: “Hêvîdar im careke din serdana Kurdistanê bikim.”

Wezîrê Derve ya Brîtanyayê di dawiya nameya xwe de wiha gotiye: “Bi hêviya Newrozeke dilrevîn û pir aştî û saleke serkeftî ji we re dixwazim. Îro sala nû ya Newrozê hatiye.”