Artêşa Tirkiyê êrişî 2 bajarokên Efrînê kir

Artêşa Tirkiyê êrişî 2 bajarokên Efrînê kir

01:54:58

 

Rojava News: Artêşa Tirkiyê doh sibehî sibê saet 08:15 xûlekan hinek gundên girêdayî bajarokîn Raco û Cindirêsê yên ser bi herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Li gor agahiyan, Artêşa Tirkiyê derdora gundên Mela Xelîl û Dêrbelût ên ser bi Cindirêsê û herwiha gundên Firfirk, û Qere Baba yên Raco topbaran kir.

Hat zanîn, ku 4 top li gundê Mela Xelîl ketin û wan topan ziyaneke mezin gihandiye mulk û malê xelkê.

Di derbarê wendayiyên giyanî yên ji ber êrişê de, ti agahî nehatine dayin û rayedarên herêma Efrînê li ser wê bûyerê heta niha ti daxyaniyeke fermî nedane.

Topbarankirina deverên herêma Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve di demekê de ye, ku di wan rojên dawî de leşkerên Rûsya derbasî sînorê Efrînê bûne û navendeke rûsî li nêzîkî bajarokê Cindirêsê li Efrînê hatiye vekirin.