01:50:06
Rojava News: Hat îdiakirin ku Cîgirê Serokdewletê Sûriyê Beşar Esed ê Sekreterê Qutrî yê Partiya Beis a Sûriyê, Hîlal Elhîlal serdana bajarê Qamişlo yê li Rojava kiriye.
Li gor nûçeya Rûdawê ku dispêre çavkaniyeke taybet, Hîlal Elhîlal 23yê Adarê danê sibehê bi balafireke taybet gihîştiye Balafirxaneya Navdewletî ya Qamişloyê.
Herwiha hat ragihandin ku Elhîlal piştî mayîna demekê li Qamişloyê derbasî paytexta Sûriyê Şamê bûye.
Li gor nûçeyê berpirsên pile bilind ên hikûmeta Sûriyê gelek caran tên herêma Cizîrê ya Rojava û serdana bajarên Qamişlo û Hesekê dikin.
