02:07:33
Rojava News: Rayedarekî Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) yê li Şarezorê got, ‘Em rê nadin PKK li sînorê Helebceyê hêza xwe ya çekdar bi cih bike.’
Li gor nûçeya BasNewsê Cîgirê Berpirsê Şaxê Şarezor ê YNKê Ehmed Qedeferî bal kişand ser hebûna beşek ji hêzên PKKê li herêmê û wiha got: "Rê ji PKKê re nayê dayîn ku li sînorê Helebcê û wan deveran hêza xwe ya çekdar bicih bike. Rast jî nîne ku di wî sînorî de hêza wan a çekdar hebe. Ewa ku heyî jî hin endamên wan in û hejmara wan jî zêde nîne ku em li ser biaxivin."
Qedeferî da zanîn, ‘Li wî sînorî tenê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hene û nabe ti hêzeke din hebe.'
