Barzanî: Referanduma serxwebûnê îsal dê were kirin

Barzanî: Referanduma serxwebûnê îsal dê were kirin

12:13:15

 

Rojava News: Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî di hevpeyvîna xwe ya Rudy Rubin de agahiyên girîng dan û ragihand ku referanduma serxwebûnê îsal dê were kirin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevpevîna xwe ya nivîskarê malpera nûçeyan a philly.com a amerîkî de bersivên girîng dane Rudy Rubin. Barzanî got: "Ji bo ku em daxwaz û tercîha kurdan şanî raya giştî ya navneteweyî bidin em ê îsal li Kurdistanê referandumê çêbikin û ev eseh e. Mecburiyeteke ku em piştî referandumê serxwebûnê îlan bikin tuneye. Êdî ne mimkûn e ku em bikaribin behsa Iraqeke yekgirtî bikin."

Barzanî di berdewamiya hevpeyvîna xwe de îdîayên ku bi Tirkiyeyê re hewldanên serxwebûnê gotûbêj dikin derewand û got: "Digel vê jî Tirkiye amadeye di vê mijara serxwebûnê de guhdariya me bike."

Serokwezîr Barzanî di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: "Li Rojhilata Navîn piştî Îsraîlê hevbendê duyemîn ê Amerîkayê Kurdistan e. Lewma Amerîka bi taybetî jî rêvebiriya Serok Donald Trump divê aqûbeta kurdan a li Rojhilata NavÎn baş bihesibîne."