Li ser tîşortê wî nivîsîbû Kurdistan, lewma polîsan ew kuşt!

Li ser tîşortê wî nivîsîbû Kurdistan, lewma polîsan ew kuşt!

12:18:17

 

Rojava News: Hate îdîakirin, ku ciwanê bi navê Kemal Kurkut, ji ber nivîsa li ser tîşorta xwe ji aliyê polîsan ve li Qada Newrozê ya Amedê hatiye kuştin.

Di Newroza 21'ê Adarê ya li Amedê de, serê sibê xwendekarê Beşa Muzîkê yê Peymangeha Hunerên Ciwan a Zanîngeha Înonuyê Kemal Kurkut, ku xwest biçe qada Newrozê, rastî astengiya polîsan hat.

Piştî niqaşan polîsan Kemal Kurkut ê nîv tazî, li ber çavê çapemeniyê ji pişt ve kuştin. Derket holê, ku Kurkut ji komkujiya 10ê Cotmeha 2015ê ya li Enqereyê, ku 109 sivîl hatibûn kuştin, xelas bûye.

Di torên civakî de tê gotin, ku li ser tîşorta Kemal Kurkut navê “Kurdistanê” hebûye lewma polîsan ew tîşort jê xistine, êşkence kirine û dema Kemal xwestiye ji îşkenceyên wan bireve, bi guleyan ew birîndar kirine û paşî jiyana xwe jidest daye.

Li gorî daxuyaniya Waliyê Amedê Huseyn Aksoy, dema ku bûyer qewimiye kesekî xwekuj, ku centeyek pêre bûye û bi kêran êrîşî polîsan kiriye lewma jî ji aliyê polîsan ve hat kuştin.

Lê Waliyê Amedê di daxuyaniya roja 24 Adarê de ev gotinên xwe guhart û diyar kir, ku dibe ew polîsên ku Kemal Kurkut kuştine, endamê Cemeata Fethulah Gulen bin.

Malbata  Kemal Kutkut ji çapemeniyê re diyar kirin, ku di di centeyê wî de tenê pirtûk hebûne. Herwiha piştî ew kuştine hikûmetê otomobîla cenzê û tabût nedane wan daku termê Kemal pê rakin. Di ser de jî nehîştine ku gora wî li cem gora bavê wî bê kolandin.

Parêzerê Kemal Kaurkut dibêje, îfadeyên polîsan nakokin û her polîsek, ku di bûyerê de beşdar bûye tiştekî din dibêje û gotinên wan hev nagrin.

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel CHPê Sezgîn Tanrikulu derbarê bûyera kuştina Kemal Kurkut de, ji bo Serokê Hikûmeta Tirkiyê Bînalî Yildirim bersivê bide, pirsnameyek pêşkêşî Parlementoya Tirkiyê kir.

Partiya Demokratîk a Gelan HDPê jî ji bo Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê bersiv bide pirsnameyek radestî Parlementoya Tirkiyê kir.

Di torên civakî de dîmenên Kemal ên dema li amêra gîtarê û kemanê dide gelek belav bûne û çalakvanên tora civakî Kemal Kurkut weke şehîdê Newroza Amedê didin nasîn.