Herema Kurdistanê pêşwazî li vekirina binkeyê leşkerî yê Amerîkayê dike!

Herema Kurdistanê pêşwazî li vekirina binkeyê leşkerî yê Amerîkayê dike!

12:29:23

 

Rojava News: Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li vekirina binkeyê leşkerî yê Amerîkayê li herêma Kurdistanê kir û behsa bi dawîbûna Iraqa yekgirtî kir.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke li gel rojnameya Phili ya Amerîkayê re ragehand, di sala 2017ê de dê referandoma serxwebûna Kurdistanê li herêma Kurdistanê pêkbê û ne merce hema piştî referandomê serxwebûna Kurdistanê bê ragehandin. Lê herêma Kurdistanê dixwaze nîşanê civaka navnetewî bide ku xelkê Kurdistanê çi dixwaze.’’

Nêçîrvan Barzanî amaje bi Iraqa piştî nemana rêxistina tund a DAIŞê kir û got: ‘’Em nikarin vegerin berê û Iraqa piştî Mûsilê pir cudaye li gel Iraqa berî dagirkirina Mûsilê.

Rojnamevanê rojnameya Phili Trodi Robîn ji aliyê din ve piştî hevpeyvînê ragehand herêma Kurdistanê li rojhilata navîn piştî Îsraîlê ‘’hevpeymanê herî baş ê Amerîkayê ye’’ û diyar kir, rêveberiya nû ya Amerîkayê bi awayeke cidî li ser paşeroja başûrê Kurdistanê bifikire, ku navçeya herî aram a Iraqê ye û buye stareyek aram bo bi hezaran koçberên mesîhî û kemîneyên din ên Iraqê.’’

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, Hewlêr dixwaze li ser pirsgirêkên bi Bexdayê re bi gotûbêjan bigehe çareseriyeke dawiyê û herwaha tiştek bi navê Iraq yekgirtî nemaye û pêwîste jî bi aşkerayî danûstandinê li gel pirsa kurd bike.’’

Herwaha ragehand, Tirkiye amadeye guh li pirsa serxwebûna Kurdistanê bigre, lê heta naha bi fermî ew pirse li gel berpirsên Tirkiyê nehatiye behs kirin.

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li vekirina binkeyê leşkerî yê Amerîkayê yê li herêma Kurdistanê kir û ragehand: ‘’Rêveberiya kurd pêşwazî li Amerîkayê dike ku binkeyek leşkerî li herêma Kurdistanê hebe.’’

Li gor destûra Iraqê, gelê kurd û ereb di Iraqeke yekgirtî de hevbeşin û ti dema hikûmeta Iraqê mafên gelê Kurdistanê poşman bibe, wê demê mafê başûrê Kurdistanê heye serxwebûna xwe ragehîne.