Derya Egê: 7 kurdên Rojava xeniqîn

Derya Egê: 7 kurdên Rojava xeniqîn

19:30:04

 

Rojava News: 7 welatiyên Kurd ên Efrînê dema xwastin ji Tirkiyê derbasî Yûnanistanê bibin, di deryaya Egeyê de xeniqîn.

Li gorî hin ajansên nûçeyan, roja îna borî qeyîka penaberan di deryaya Egeyê de bin av bû û 7 welatiyên Kurd ên Efrînê ji yek malbatê, ku di nava wan de zarok û jin jî hebûn, xeniqîn.Di nav kesên xeniqî de, 2 zarokên biçûk jî hebûne .

Îna borî hikûmeta Tirkiyê raghandibû, ku 11 kes di deryaya Egeyê de xeniqîne û wan karî hejmareke din rizgar bikin, ku di xwastin xwe bighînin Yûnanstanê û ji wir jî derbasî welatên din yên Ewropayê bibin.