Rojava News: Heta niha zêdetirî 50 gundên herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin. Her wiha hat gotin ku çekdarên DAIŞê ji Kobanî direvin Tirkiyê.
Operasyonên rizgarkirina herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê didomin.
Servanên YPGê bi piştevaniya hêzên Pêşmerge heta niha karîne zêdetirî 50 gundî ji destê çekdarên DAIŞê bistînin, di rizgarkirina gundan de balafirên şer jî alîkariya hêzên kurdî dikin.
Çekdarên DAIŞê kuştiyên xwe û gellek cebilxaneya xwe li pey xwe dihêlin û gellek çekdar jî direvin Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.
