Şervanên bi ser PYDê êrîş birin ser mala rêveberek kurd!

Şervanên bi ser PYDê êrîş birin ser mala rêveberek kurd!

13:09:28

 

Rojava News: Şervanên PYDê  êrîş birin bi ser mala rêvebereke kurd û li gor zanyariyên bidest ketine gelek dirûşmên PKKê avêtine û dijûn dane bi rêveberên başûrê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge û ala Kurdistanê, ku li ser dîwarê mala rêveberê PDK-Sê Ebdulrehman Apo bûye.

Ebdulrehman Apo ji BasNewsê re ragehan, ew dirûşmane ji bo tevlihevî û belav kirina kîn û nefretê dikin û sivikayiyê bi tiştên pîroz ên kurd dikin.