Keça Kurd ku xwest biçe cem dergistiyê xwe di çem de xeniqî

Keça Kurd ku xwest biçe cem dergistiyê xwe di çem de xeniqî

02:31:56

 

Rojava News: Keçeke kurd ku ji bajarê Qamişlo yê Rojava dixwest biçe Almanyayê cem dergistiyê xwe, di çemê Mawan de xeniqî.

Keça Kurd Civîn Eseed, dema dixwest derbasê sînorê Tirkiyê bibe di çemê Mawan de li ser sînorê navçeya Mêrgesor û navçeya Şemzînan a Colemêrgê xeniqî.

Li gor medya kurdî keça Kurd Civîn Eseed 26 salî ye û ji bajarê Qamişlo ye. Wê dixwest biçe Almanyayê cem dergistiyê xwe Lem Şemîl ku li wir bi cî bûye.