welatiyên Efrînê piştevaniya Pêşmerge dikin

welatiyên Efrînê piştevaniya Pêşmerge dikin

1:31:33 PM

RojavaNews: Hemwelatiyên bajarê Efrînê li rojavayê Kurdistanê piştevaniya xwe bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê aşkera dikin.

Ew hemwelatiyane ji tirsa çekdarên PYDê, ku baskekê PKKê yê , li rojavayê Kurdistanê, xwe aşkera nakin û ji ber vê jî dirûşman li ser dîwaran dinivsînin.

Li gor çend wêneyan, ku di torên civakî de hatine belav kirin, hemwelatiyên bajarê Efrînê piştevaniya xwe bo hêzên Pêşmergeyên roj radigehînin û nivîsîne ‘’Bijî Pêşmerge, bimrê PYD’’

Hêzên Pêşmergeyên roj nêzîk sê hezar kur û keçên Pêşmerge yên rojavayê Kurdistanê pêktê û ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatine perwerde kirin, lê PKK li ser daxwaza rejîma Baas a Sûriyê rê nade ew hêze vegere rojavayê Kurdistanê.

Piştî ku alîgir û çekdarên PKKê ew dirûşmene li ser dîwaran dibînin, dest bi helmeta girtinê kirine û sivikayî bi hemû wan kesane dikin ku kesûkarên wan Pêşmerge ne.