14:17:10
Rojava News: Hemwelatiyekê Swêdê yê di nav pêşmergeyan de li dijî DAIŞê şer kiriye, ji aliyê hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya serbi PKKê ve hatiye girtin.
Navê vê hemwelatiyê Swêdê Tony ye û zêdetirî sal û nîvekê ye hatiye Başûrê Kurdistanê, di nav Hêzên Pêşmerge de beşdarî şerê li dijî DAIŞê bûye.
Li gorî nûçeya rojnameya Aftonbladet a swêdî, Tony yê 51 salî ji birayê xwe re nameyek şandiye û gotiye; “Li vir rewşa min ne baş e û ez ji aliyê grûbekê kurdî ve hatime girtin.”
Birayê wî jî ji rojnameya Aftonbladet re gotiye; “Birayê min ji aliyê grûbekê bi navê YBŞê ve hatiye destgîrkirin. Ew li bakûrê Iraqê Şingalê hatiye zîndanîkirin. Ev herêm dikeve ser sînorê Sûriyê. Birayê min ji bo karekî baş çûbû wê derê lê binerin niha çi bi serê wî de hatiye?”
Li gorî gotina birayê wî, Tony beriya bê girtin di nav pêşmergeyan de bûye, lê paşî beşdarî nav refên YBŞê bûye. Piştî bûyera Xanesorê ya di navbera Pêşmergeyên Rojava û YBŞê de, ji wî xwestine ku li dijî pêşmergeyan şer bike lê Tony ev daxwaz red kiriye, lewma jî hatiye girtin.
Birayê Tony diyar dike, ku wî di nameya xwe de gotiye, “Ev der mîna dojehê ye” û wiha berdewam dike; “Ev yekemîn car e birayê min wiha hewar dike. Ew dixwaze ev peyama wî belav bibe, ji ber ku ditirse wêneyekî wî yê xirab di ragihandinan de belav bibe.”
Tony li rojavayê Swêdê mezin bûye û perwerdeya leşkerî dîtiye. Birayê wî dibêje; “Tonî li Iraqê li gel kurdan dijî rêxistinên tundrew şer kiriye.”
Birayê Tony ji rojnameya swêdî re ev yek jî piştrast kiriye, ku Tony gelek caran beşdarî şer bûye lê birîndar nebûye lê Tony dibêje; “Ez di bedena xwe de birîndar nebûm. Lê dilê min birîndar bûye. Li vir nan nadin min tenê av didin.”
Tony di dawiyê de jî dibêje; “Ez ti ronahiyekê nabînim. Fêm nakim ka çima li hember min wiha serhişk in. dewsa ku herin li dijî DAIŞê şer bikin, wiha li min dikin.”
