MÎT û Polîsên Turkiye dixwazin ciwanên Kurd bikin sîxur!

MÎT û Polîsên Turkiye dixwazin ciwanên Kurd bikin sîxur!

Rojava News: Li bajarên Bakurê Kurdistan û metropolên Tirkiyê, polis û MİT a  tirk dixwazin ciwanên kurd bikin sîxur.

Li bajarên Bakurê Kurdistan dema kû ciwan û zarokên kurd têne binçavkirin ji aliyê polisan ve bi zorê dixwazin bikin sîxur.

Li Amed, Sêrt, Mêrdin û li Elezizê buyerên kû derketin holê ev yek nîşandan. Ciwan û zarokên kû têne binçavkirin piştî kû têne serbest berdan ev yek derxistin holê. Ciwan û zarok li ser vê yekê serî li Komeleya Mafên Mirovan (İHD) didin.