Amerîka komek serbazên din şand Rojavayê Kurdistanê

Amerîka komek serbazên din şand Rojavayê Kurdistanê

12:49:21

 

Rojava News: Amerîka ji bo operasyona Reqayê, komek serbazên din jî şand Rojavayê Kurdistanê.

Operasyona rizgarkirina Reqayê bi fermandehiya hêzên hevpeyman didome.

Duh Amerîka komek serbaz û pêdiviyên serbazî şand Rojavayê Kurdistanê.

Hat gotin ku ew serbazên duh çûne Rojavayê Kurdistanê, taybet bo şerê bajaran hatine perwerdekirin û dê di şerê Reqayê de beşdar bibin.

Çend roj berê hêzên hevpeyman bendava Tebqe û firokexaneya serbazî ya Tebqa li nêzîkî bajarê Reqayê ji destê DAIŞê derxistibûn.

Tê gotin ku hêzên hevpeyman dê di şerê Reqayê de firokexaneya Tebqayê bikar bînin.